Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qedera Hemîd Husênnijad Heyderanlû bi nerohnî maye

12:08 - 19 Nîsan 2025

Piştî evê ku roja Pêncşemiyê ku Hemîd Husênnijad Heyderanlû  bi armanca cîbicîkirin a sizaya bidarvekirinê bo odeya takekesî hate veguhestin, hêj qedera wî bi nerohnî maye û kes bersiva malbata wî nade.

Tevî derbasbûna 2 roj ji veguhastina “Hemîd Husênnijad Heyderanlû” bo odeya takekesî, berpirsên pêywendîdar li vê derheqê de bersiva malbata wî nadin û qedera wî her bi nerohnî maye û herwisa rewşa birayê wî jî ku bo nîşanada nerizayetiya xwe li hember biryara dadgehê hewla xwekujiyê dabû, li nexweşxaneyê de nerohn e.

Pêka dawî zaniyariyan, sizaya bidarvekirina Hemîd Husênnijad Heyderanlû li roja Înê de nehatiye cîbicîkirin lê xuya nîne ku ew rewş dê heta çi demekê berdewam be û malbata wî li rewşeke xisrab a hundirê de ne û li ber deriyê girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Urmiyê, kombûna nerizayetiyê lidar xistine.

Rêjîma Îranê bi zorê û bê hebûna ti belgeyekê, tohmeta hevkarîkirin digel Hizbeke Kurdî bi Hemîd Husênnijad Heyderanlû daye û li dadgeheke şandoyî de sizaya bidarvekirinê bi ser de sepandiye û li girtîgehan de li jêr îşkenceyên hovane de neçar bi îtirafkirina bi zorê bûye.