Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka hejmara hêzên xwe li Sûriyê kêm dike

12:15 - 19 Nîsan 2025

Beşek ji hêza Amerîkayê ji Sûriyê derdikeve û hêzên artêşa Sûriyê jî li sînorê li navbera Îraq û Sûriyê de cihgîr bûne.

Roja Înê 29ê Xakelêweya 1404 a Rojî, “Sîn Parnêl” ê berdevkê Wezareta Bverevanî ya Amerîka anku “Pengaon”ê bi belavkirina daxûyaniyekê da zanîn ku Amerîka beşek ji hêza xwe ji Sûriyê paşve dikêşe lê beşa zêde ya wan hêzan dê her li Sûriyê de bi taybet li Rojavayê Kurdistanê de bimînin.

Ew hêzane ku beşek ji hêzên Hevpeymaniya navnetewî ya dijî “DAÎŞ”ê ne, rêjeya serbazên xwe li Sûriyê de kêm dikin ku yek ji erkê wan parastina sînorên li navbera Îraqê û Sûriyê ye ku bi hevkariya hêzên Kurdî bi rê ve dibin.

Herwisa ragihandinên fermî yên Sûriyê belav kirine, piştî biryara Amerîka bo kêmkirina hêzên xwe li Sûriyê, karwaneke serbazî ji hêzên Wezareta Berevanî ya Sûriyê gihîştine sînorên li navbera Îraq û Sûriyê û li nêzî sînor li bajarê Elbûkemal de cihgîr bûne ku erkê wan bihêzkirin û kontrola zêdetir a sînor û rêgirêkirin ji qaçaxçiyên li navbera Sûriye û Îraqê ye.

Çend rojan berî niha jî hate ragihandin ku piştî evê ku Heşda Şebî daxwaza Amerîka red kiriye ku xwe hilweşîne, bi dehan hezar hêzên çekdare xwe kêşane ser sinûrên di navbera Îraq û Sûriyê û herêma Neynewayê.