Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê careke din binkeyên serbazî li Sûriyê kirine armanc

12:05 - 3 Nîsan 2025

Hêza Esmanî ya Îsraîlê li êrîşeke berfireh a esmanî de çendîn binke û navendên serbazî li Sûriyê, kirine armanc ku binkeya T-4 ku balafirxaneyeke serbazî li başûrê Sûriyê jî li xwe girtiye.

Artêşa Îsraîlê ragihandiye ku li roja Çarşemî 13ê Xakelêweyê de balafirxaneya serbazî ya Hemma li rojavayê Sûriyê û binkeya T-4 ku balafirxaneyeke serbazî  li başûrê Sûriyê de ye, kirine armanc û armanc ji wan êrîşan jinavbirin a jêrxanên serbazî li bajarê “Demişq”ê paytexta Sûriyê bûye.

Herwisa Nûçegihaniya fermî ya Sûriyê “SANA”yê jî ew êrîşane piştrast kiriye lê ti îşareyek bi xisarên malê an canî yên wan êrîşane nekiriye.

Pêka rapora “Çavdêrê Mafê Mirovî li Sûriyê” blafirxaneya Hemma yê ji kar kevtiye û zêdetir ji 4 kes hatine kuştin û zêdetir ji 11 kes jî hatine birîndarkirin û bi gelemper  18 êrîşên esmanî yên Artêşa Îsraîl, bi ser bandên firîn, odeyên kontrol û balkafiran hatine kirin.

Îsraêl li derheq wan êrîan de ragihandiye ku armanca wan êrîşan, jinavbirîna çek û cebilxaneya stratejîk ên rêjîma Beşar Esed, nekeve destê dujminan.