Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşên giran û berfireh ên Amerîka bo ser Hûsiyan berdewam in

12:22 - 19 Nîsan 2025

Li berdewamiya êrîşên berfireh ên esmanî yên Artêşa Amerîka bo ser hûsiyên Yemenê, derbên giran ên canî û darayiya serbazî bi wan milîsên ser bi rêjîma Îranê kevtine.

Pêka dawî raporên belavbûyî li roja Înê 29ê Xakelêweya 1404 a Rojî, balafirên Amerîkayê li devera “El-Hefa” li “El-Seb`în  li navenda bajarê “Sen`ayê de navend û jêrxanên serbazî yên Hûsiyan kirine armanc lê ti amarek ji vê êrîşê belav nebûye.

Hûsiyên Yemenê jî bi belavkirina daxuyaniyekê ragihandin ku li êrîşa roja pêştir de 74 kes li encama êrîşa esmanî ya Amerîka bo ser enbarên nefta Hûsiyan li devera “Reis Îsa” de hatine kuştin û 126 kes jî birîndar bûne.

CENTCOMê ew êrîşa piştrast kiriye û nûçegihaniya Asoşêytêd Pirês jî ragihand ku ew êrîşa yek ji mezîntirîn êrîşên Amerîka bo ser Hûsiyan, li 15 rojên derbasbûyî de ye.

Amerîkayê ragihandiye ku ew êrîşane, beşek ji givaşa bo ser rêjîma Îranê ne.