Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sirwe Pûrmihemedî bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Sinê hate veguhastin

10:58 - 20 Nîsan 2025

Sirwe Pûrmihemedî, endama “Encumena Çandî-Civakiya Nojîn” bo cîbicîkirina sizaya sepandî ji aliyê dadgeha rêjîmê, bo navenda îslah û terbiyet a rêjîmê li bajarê Sinê hate veguhastin.

Pêka rapora Kurdpayê, roja Şemî 30ê Xakelêweya 1404 a Rojî, “Sirwe Pûrmihemedî”, endama “Encumena Çandî-Civakiya Nojîn”, piştî banghêjkirin bo taya 4 a cîbicîkirina sizayan a rêjîmê li bajarê Sinê, bo cîbicîkirina vê sizaya sepandî bi navenda îslah û terbiyet a rêjîmê li bajarê Sinê hate veguhastin.

“Sirwe Pûrmihemedî” li 19ê Xakelêweya 1404 a Rojî de bi fermî bo dadgeha rêjîmê hatibû banghêjkirin.

Navbirî ku pêştir sizaya 10 sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin, piştre ew sizaya sepandî bo 5 sal girtîgehê hatibû kêmkirin ku li roja 5ê Sermaweza 1403 a Rojî bi parêzerên vê çalakvanê hatibû ragihandin

“Sirwe Pûrmihemedî” li taya 1 a dadgeha înqilab a rêjîmê li bajarê sinê de bi serokatriya dadwerê rêjîmê “Keremî” û bi tohmeta “avakirina girûp bi armanca alozkirina rewşa ewlehiya kişwer” 10 sal sizaya girtîgehê bi ser de hatibû sepandin ku ji aliyê parêzerên vê çalakvanê yên bi navê “Dr. Ciwamêr Ebdullahî û Hêmin Mecîdî” ve li 4ê Xezelwera 1402 a Rojî, hatibû ragihandin.

Ew çalakvana medenî li 9ê Rêbendana 1401 a Rojî, ji aliyê hêzên hov ên ewlehî yên rêjîmê ve hatibû binçavkirin û li 24ê Rêbendana 1402 a Rojî, bi danîna barimteyê, bi awayê demkî hatibû azadkirin.