
Piştî sekinandina sizaya bidarvekirin a Hemîd Husênnijad Heyderanlû li girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê, ev bo ciheke nexuya hatiye veguhastin û malbata wî li rewşeke aloz a hundirî de ne.
Pêka raporên belavbûyî, berpirsên pêwendîdar ên rêjîmê li dosyeya “Hemûd Husênijad Heyderanlû” xwe ji dana her zanyariyek bi malbata wî girtiyê Kurd diparêzin û malbata wî li nigeraniyeke tevav de ne û ti zanyariyek li derheq qedera kurê wan bi wan nedane.
Piştî sekinandina sizaya bidarvekirin a Hemîd Husênnijad Heyderanlû li girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê, xuya nîne ku ev bo çi girtîgeh an navende ewlehî ya rêjîmê hatiye veguhastin û qedera wî jî bi serastî rohn nîne.
Li berdewamiya vê rewşê û bi pêka îtirafkirinê bi zorê, egera cîbicîkirina sizaya sepandî ya bidarvekirinê heye û nerohnbûna vê yekê bi awayek îşkencekirina hundirî ya malbata wî ye ku li ragihandinan de girtevîdyoyên wan belav dibin ku didin xuya li rewşeke gelek xirab a hundirî de ne û nigeranê vê yekê ne ku kurê wan ê bê tawan, bê bidarvekinê.
Bi awayekî din, ew rewşa nîşanderê bêserşûnkirina bi zorê ya wî girtiyê Kurd e.