
Li roja derbasbûyî de danûstandina li navbera Amerîka û rêjîma Îranê bi dawî hat lê ti zanyariyek bilî ku her 2 aliyan ev bi erênî ragihandine, belav nebûye.
Danûstandina rasterast a Amerîka digel rêjîma Îranê li balyozxaneya Ummanê li bajarê Romê de piştî 4 demjimêran bi dawî hate û her 2 aliyan , pêvajoya danûstandinan bi erênî ragihandine lê ti zanyariyek zêdetir belav nebkirin.
Rêjîma Îranê ku li heyamên pêştir de bo qazanckirina dem, heyama danûstandina dirêj dikir, vê carê bi sînordarbûna dem a wan danûstandinan nikare vê şêwaza xapandin a berê bi kar bîne û serokwezîrê Îsraîl Binyamîn Netanyaho jî li vê derheqê de huşar da ku pêbendê hemû sozên xwe bo jinavbirina tevav a bernameya navkî ya rêjîmê ye û digel Amerîka an bê Amerîka, dê vê soza xwe cîbicî bike.
Ji aliyê din ve wezîr derve yê rêjîmê “Ebas Îraqçî” tevî bi erênîragihandina vê danûstandinê gotiye ku xalên li bercamê êdî bi kar nayên û îdia kir ku egera lihehkirineke nû digel Amerîkayê heye.
Donald Trump ê serkomarê Amerîkayê pêştir jî ragihandiye ku em naxwazin rêjîma Îranê çeka navkî hebe û nabe jî ku ew çek hebin, hekî rêjîma Îranê çeka navkî bi dest xwe ve bîne dê bibe gef û hereşeyeke gelek mitirsîdar bo ser jiyana hemû xelkê cîhanê.
Hêj xuya nîne ku rêjîma Îranê bo mana xwe dê heta çi astekê ji îdia û xwestên xwe yên wehmî, paşekêşiyê bike lê li her du bijardeyan de jî rêjîma Îranê rastî şikesteke rû bi herifînê tê.