Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 492 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

19:37 - 20 Nîsan 2025

Hejmara 492 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:

Manşêt hejmara nû a Agirî anku Rûpela 1- Ruhnkirina Navenda Îdarî ya Hizba Dêmokrat bo raya giştî, li derheq qisên “Meleke Mistefa Sultanî” li Televîzyona Rûdaw ê de.

Rûpela 2 – gotara - Hevdîtinên Amerîka û Îranê yên hevbeş, ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî.

Rûpela 3 – Beşa 1 a gotara - Desthilat û îdeolojiya zimanî li daxuyaniya bi gef a 800 êlîtên Îranî de, ji nivîsa Dr. Rehîm Surxî.

Rûpelên 4 - gotara - Danûstandinên navbera Amerîka û Îranê û senaryoyên wê, ji nivîsa Elî Munezemî.

Rûpelên 5 – gotara -  Ji Newroza Kurdistanê, heta pênûsa Omanê, ji nivîsa Serbest Urmiye.

Rûpela 6 – Beşa 1 a gotara - Tenê rêya aramiyê pêkvejiyan e, ji nivîsa Ûrarto Dilşîn.

Rûpela 7 - gotara - Keçeke Kurd, histûnên dagirkariya Tehranê dihejîne, ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.

Rûpela 8 – Beşa 1 a Gotara - Kurdên Dumilî (Yarsanî-Elewî) kengî û çawa ji Êzdatiyê qut

Bûne, ji nivîsa Kemal Tolan.

Rûpela 9 - gotara - Tenê yek klîk, ji nivîsa Vênûs Fayeq û wergêrana Hesen Mukerem.

Rûpela 10 - Verîna stêrkekî geş a wêje û rewşenbîriya gelê Kurd, Li derheq koça dawî a rewşenbîrê Kurd Ezîz Neimetî “Ava Şîn” ji aliyê desteya Agirî ve.

Rûpela 11- Çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.

Rûpela 12- dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî, postêrek li jêr dirûşma “Newroza Kurdan, ne Pênivîsa Ereban e, were dizîn” Ev postêr her wekî hertim bi dîzaynêrî û kêşana Serbest Urmiye hatiye amade kirin.

Herwisa rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve hatiye dîzayînkirin.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.