Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamosta Luqman Emînî ji aliyê rêjîmê ve hate destbiserkirin

12:39 - 22 Nîsan 2025

Mamosta Luqman Emînî pêşnimêjê Mizgevta “Çar Yarê Nebî” a bajarê Sinê, piştî gazîkirin bo dadgeha taybet a olî ya rêjîmê li bajarê Hemedanê, hate destbiserkirin.

Pêka raporên belavbûyî roja Duşemî 1ê Banemera 1404 a Rojî,  Mamosta Luqman Emînî pêşnimêjê Mizgevta “Çar Yarê Nebî” li bajarê Sinê, piştî gazîkirin bo dadgeha taybet a olî ya rêjîmê li bajarê Hemedanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ye rêjîmê ve hate girtin.

Ev mamosta û zanayê Olî, pêştir jî bi sedema piştevanîkirin ji xelkê û tevgera Jînayê hatibû gazîkirin û sizaya girtîgehê bi ser de hatibû sepandin û rêjîmê bi navbirî ragihandibû ku li roja 1ê Banemera 1404 a rojî, xwe bi dadgeha taybt a olî ya rêjîmê li bajarê Hemedanê, bide nasandin, piştre ev hate girtin û zanyariyên zêdetir li vê derheqê de hêj belav nebûne.

Li 10ê Rêbendan a sala 1401 a Rojî, mamosta Luqman Emînî, bê belgeya yasayî û bi awayekî xoserane ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê li rêya çon bo Merîwanê de hate girtin û li 3ê Reşemeya 1401 a Rojî, bi danîna barimtê bi awayê demkî hatibû serbestkirin.