Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemîd Husênnijad Heyderanlû ji aliyê rêjîma Îranê ve hate bidarvekirin

12:41 - 22 Nîsan 2025

Rêjîma Îranê bi awayekî nihênî, Hemîd Husênnijad Heyderanlû, girtiyê siyasiyê Kurd ku bê ti belgeyekê hatibû binçavkirin û li îşkencegehên rêjîmê de neçar bi îtirafirkirina bi zorê bibû, li girtîgeheke rêjîmê de bidar vekir û rêjîm îdia dike ku li bajarê Têhranê de ew sizaya hatiye cîbicîkirin.

Pêka Rapora Mafê Mirov ê Kurdistanê, dezgeha dad a rêjîmê li bajarê Urmiyê,  piştî nîvro ya roja Duşemî 1ê Banemera 1404 a Rojî, malbata girtiyê siyasiyê Kurd, Hemîd Husênnijad Heyderanlû bo vê dadgeha rêjîmê gazî kirin û bi wan ragihandin ku sizaya bidarvekirina wî girtiyê siyasiyê Kurd bi awayek nihênî li bajarê Têhranê de hatiye cîbicîkirin.

Pêka vê raporê, dadgeha rêjîmê ew malbata agehdar kiriye ku nabe ti rêûresmeke sersaxîdanê bi rê ve bibin.

Tevî ku dadgeha rêjîmê îdia kiriye ku ew girtiyê siyasiyê Kurd bo Têhranê hatiye veguhastin û li girtîgeha rêjîmê li wî bajarê de hatiyeb bidarvekirin, lê ti belgeyeke serast li derheq vê îdiaya rêjîmê li ber dest nîne.

Pêka raporên belavbûyî, heta niha jî rêjîmê termê wî girtiyê siyasiyê Kurd radestî malbata wî nekiriye û bi serastî dema bidarvekirina wî jî xuya nîne.

Navbirî bavê 3 zarokan bû ku li torên civakî de daxwaz ji navendên parêzvanê mafê mirovî yên cîhanê kiribûn ku bidarvekirina bavê wan ji aliyê rêjîma Îranê ve bidin sekinandin.