Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pitir ji 300 kesî li teqîna Bender Ebasê de canê xwe ji dest dane

11:21 - 1 Gulan 2025

Pêka gotina kedkarekî wêzgeha Recayî, zêdetir ji 300 kesan li teqîna vê wêzgehê de canê xwe ji dest dane ku amara bêserşûnbûna, karmend û personelên îdarî û karî yên şirketa Sîna li xwe digre.

Pêka raporeke belavbûyî, kedkarekî ku pêşîneya karkirina li wêzgeha Recayî ya bajarê Bender Ebasê de heye, gotiye ku zêdetir ji 300 kedkar û karmend û personelên vê wîzgehê li wê teqînê de canê xwe ji dest dane û herwisa wî kedkarî daye zanîn ku hejmareke nexuya ji kedkarên Efxanî jî ku bi neyasayî li vê wêzgehê de dixebitîn canê xwe ji dest dane.

Herwisa wî kedkarî daye zanîn ku hêzên parastina îtilaata Spaha pasdaran, piştî teqînê hatine nav wêzgehê û hejmarek ji kantînerên ku neteqiyabûn avêtine nav avê û hinek jî bi aliyê din ê wêzgehê veguhastin û zêdetir ji 50 kantînerên mezin ên cura asayî û bi rengê sipî, bo hewşa şirketa taybet a qirargeha Xatemulenbiya ya spaha pasdaran veguhastine.