
Li berdewamiya êrîşên esmasnî yên Îsraîl bo ser cebilxane û jêrxanên serbazî yên paşmaweyên rêjîma Beşar Esed, li derdora bajarê Demişqê de çendîn cih kirine armanc.
Artêşa îsraîl li roja Înê 12ê Banemerê, li 4 êrîşên giran ên esmanî de binkeyeke berevaniya esmanî ya paşmaweya rêjîma Beşar Esed li parêzgeha Hemayê Bombebaran kir û herwisa li nêzî çiyayê “Qasiyon” li nêzî bajarê Demişqê, cihek ku nehatiye naskirin bi tundî bombebaran kiriye û li bakûrê parêzgeha Dir`ayê jî navend û binkeyeke mûşekî li êrîşekê de, jinav biriye.
Ji aliyê din ve bi sedema kuştina zêdetir ji 100 kes ji Durûziyên Sûriyê ji aliyê hêzên tundajo yên Sûriyê ve, Artêşa Îsraîl bi awayekî berfireh piştevanî li Durûziyan kir û li dema şer digel milîsên Hemasê de Durûziyan jî alîkarî dane Îsraîlê.
Artêşa Îsraîl li operasiyoneke serbazî de bi rêya hêlîkopteran cebilxane gihandiye wan û hêzên xwe bo berevanî li wan Dirûziyan, û hêzên xwe li çendîn deveran de cihgîr kirine.
Amerîkayê Kuştina Durûziyan şermezar kiriye û daxwaz ji berpirsên Sûriyê kirine ku Durûziyan biparêpzin û tawanbarên kuştina wan, siza bidin.