Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropa û Birîtaniyayê, rêjîma Îranê bi tundî şermezar kirin

11:56 - 20 Gulan 2025

Piştî biryarên du alî yên li navbera Yeîtiya Ewropa û Birîtaniyayê, her du aliyan nigeraniya xwe li derheq bernmeya navkî ya rêjîma Îranê dane xuya û binçavkirina nedadperwerane ya xelkê biyanî li Îranê, bi tundîşermezar kirin.

Roja 29ê Banemerê, Yekîtiya Ewropayê digel Birîtaniyayê, lihevkirineke li jêr navê “belgeya stratejîk li pêwendiyên li navbera Yekîtiya Ewropa û Birîtaniyayê” ku li 23 bendan pêk hatiye, wajo kirin û li benda 17ê de amaje bi mijara rêjîma Îranê û hinek welatên deverê ku li jêr hêjmûnî û bandora rêjîma Îranê de ne, hatiye kirin.

Her du aliyan li vê belgeya stratejîk de nigeraniya xwe ya kûr li derheq berfirehbûna bernameya navkî û zêdexwaziyên vê rêjîmê, dane xuya û ew bi “berfirehbûna metirsîdar” binav kirin.

Li vê belgeya stratejîk de “binçavkirina kesên biyanî li Îranê” bi tundî hatiye şermezarkirin û pêka vê belgeyê, rêjîma Îranê ji sala 1358 a Rojî ve heta niha “siyaseta barimtegirtin”ê bi rê ve biriye û heta niha jî dest ji vê siyaseta xwe bernedaye û wek alavek bo gihîştin bi armancên xwe bi kar anîye.

Herwisa li vê belgeya stratejîk de îşare bi rola kawilker a rêjîma Îranê li Sûriye, Lubnan ê, hatiye kirin û herwisa wan du aliyan, piştevaniya xwe li xelkê wan welatan bo avedankirina dubare û cihgîrkirina aramî û aşitî û dûrketin ji siyasetên rêjîma Îranê, dane xuya.