
Bi sedema cudatiya tevav a li navbera Amerîka û rêjîma Îranê li ser mijara meyandina Uraniyomê, danûstandin gihîştiye bombestê û her du aliyan, meyandina Uraniyomê bi hêla sor ragihandine.
Li halekê de Amerîka bi tekezî pêşmerca her danûstandineke navkî, digel rêjîma Îranê, jinavçona tevav a bernameya meyandina Uraniyom û alavên santrîfiyûj û daxistina tevan a 3 navendîn navkî ragihandiye, çendîn berpirsên rêjîma Îranê, sekinandina meyandina Uraniyomê bi hêla sor ragihandine û îdia kirine ku bi ti awayek amade nînin dest ji meyandina Uraniyomê berdin.
Tevî ku pirsgirêk û cudatiyên kûr li derheq meyandina Uraniyomê li nav berpirsên rêjîmê de zêdetir bûne, rêjîmê îdia kiriye ku hekî Amerîka pêdegirî li ser mijara meyandina Uraniyomê bike dê danûstandin bigehe bombestê.
Li egera bêencambûna wan danûstandinan, Amerîka, dê bi derba serbazî, navendên rêjîma Îranê ji nav bide û rêjîma Îranê ji tirsê her cure êrîşekê, gef xwariye ku her êrîşeke Amerîka bo ser rêjîmê dê berteknîşanda rêjîmê li pey xwe bîne û berjewendî hevpeymanên Amerîka li deverê û herwisa welatên ku ji wan ve êrîş bo ser rêjîma Îranê bê kirin, dê bikin armanc.
Rêjîma Îranê, hewlê dide bi wan gefxwarinên şanoyî, li hember Amerîkayê xwe bihêz bide xuya, lê bi başî dizne ku şiyana sekinîn li hember êrîşa Amerîkayê jî nîne.