Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li derheq girtina terorîstên xwe li Birîtaniyayê bertek nîşan da

12:03 - 20 Gulan 2025

Piştî girtina çendîn teorîstên rêjîmê yên ser bi spaha pasdaran li Birîtaniyayê, rêjîma Îranê li berteknîşandanê de Kardarê balyozxana Birîtaniya li Îranê, bo wezareta derve ya rêjîmê gazî kir.

Polîsê dijeteror ê Birîtaniyayê 8 Îranî li Birîtaniyayê de binçav kirine û piştî lêkolînan îsbat bû ku wan terorîstên rêjîma Îranê ku ser bi yêkeyeka spaha quds a spaha pasdaran a terorîst in, çendîn armancên terorîstî hebûne ku berî cîbicîkirinê, hatine girtin.

Rêjîma Îranê li berteka girtina terorîstên xwe ku pêka belgeyan armancên terorîstêî yên wek kuştin û revandina kesên li Birîtamniyayê hebûne, Kardarê balyozxaneya Birîtaniya li Têhranê bo wezareta derve ya rêjîmê banghêj kiriye û li derheq sedem û yasayên binçavkirina wan kesên Îranî daxwaza rohnkirinê kiriye.

Li halekê de ku belgeyên rohn li ser armanca wan terorîstên rêjîmê li ber destê Polîs û dadgeha Birîtaniyayê de hene, rêjîma Îranê bi Kardarê Birîtaniyayê ragihandiye ku Birtîniyayê tohmetên bê belge li wan Îraniyan daye û li vê derheqê de nerizayetiya rîjîmê daye xuya.

8 terorîstên rêjîmê ji aliyê polîs û dadgeha Birîtaniyayê ve hatine girtin ku belgeyên tevav û serast bo terorîstbûna wan Îraniyan, li ber destê wan de hene.