Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê Yekîtiya Lawanên Dêmokrat li Şêwreya Înternasyonal Sosyalîst de beşdarî kir

12:05 - 20 Gulan 2025

Roja 25ê Banemerê, kombûna Şêwreya Yekîtiya Ciwanên Înternasyonal Sosyalîst bi beşdariya Yekîtiya Lawanên Dêmokrat ên Rojhilatê Kurdistanê û beşek berçav ji endamên vê rêkxistinê, li bajarê “Prîştîniya”yê paytexta Kozovoyê, dest bi karê xwe kir.

Li destpêka karê Şêwreyê de, kombûna Komîteya Medîterane ya ciwanên înternasyonal bi pêşkêşkirin û kombendiya raportên taybet bi Îran û welatên din ên endamên vê komîtê, bi rê ve ço û her yek ji beşdarbûyan, raporên xwe li derheq rewşa ciwanan, anîne berbas.

Kombûna Şêwera Ciwanên Înternasyonal Sosyalîst bi beşdariya Albîn Kurtî yê Serokwezîrê Kozovoyê û Corc Papandirêa yê serokî pêştir ê Rêkxirava Înternasyonal Sosyalîst, dest bi karê xwe kir.

Li navbera vê kombûnê de 3 nûner ji welatên Alman, Swêd û Portoqalê bi piraniya dengê endamên Şêwreyê li Komîteya Ewropayê, rêkxistin kir û wek cihgirê serokê rêkxiravê hatine hilbijartin, piştre biryar hate dan ku desteya serokatî bi hevkariya endamên birêveberiya rêkxiravê, amadekariyê bo kongireya bê ya vê rêkxiravê bike.

Li navbera kombûna Şêwreya Yekîtiya Ciwanên Înternasyonal Sosyalîst de nûnerê Yekîtiya Lawan çendîn hevdîtin digel nûnerên welatên Rojhilata Navîn, Asiya, Afrîqa, Amerîkjaya Latîn û Ewropayê kirin û tekezî li ser hevkariya zêdetir a rêkxiraveyî û herwisa piştevanîkirina ciwanên wan welatan li pirsa Kurd bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê kirin ku bi keyfxweşiyê ve, pêşewaziyeke germ jê hate kirin.

Hewceyî gotinê ye ku Yekîtiya Lawanên Dêmokrat ên Rojhilatê Kurdistanê bi 5 biryarnameyên taybet bi rewşa Rojhilatê Kurdistanê, beşdarbûyê Şêwreya bilind a Ciwanên Înternasyonal Sosyalîst bû.