Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

200 yasadanerên Amerîkayê daxwaza jinavbirina bernameya Navokî ya Îranê kirin

12:10 - 20 Gulan 2025

Zêdetir ji 200 yasadanerên Komarîxwaz ên Amerîkayê daxwaza jinavbirina tevav a bernameya meyandin a Uraniyom li Îranê, ji Donald Trump ê Serkomarê Amerîkayê kirin.

Zêdetir ji 200 nûner û senatorên Komarîxwaz ên Amerîkayê, bi şandina nivîseke hevpar bo Donald Trump, daxwaz ji wî kirine ku pêdîgirî li ser biryara tund a Amerîka li hember rêjîma Îranê bike û tekezî kirine ku bernameya meyandina Uraniyomê li Îranê dibe bi tevavî ji nav here.

Li vê nivîsê de hatiye ku “nabe êdî lihevkirinek wek Bercamê bê kirin, lihevkirinek ku bibû sedema qazanckirina dem bo rêjîmê ku bi nihênî bernameya xwe ya navkî, berdewam bike”.

Li vê nivîsê de bi tekezî hatiye ragihandin ku rêjîma Îranê dibe ji her cure meyandina Uraniyomê, dest hilgire.

Wan Nûner û Senatorên Komarîxwaz li nivîsa xwe de rû bi Donald Trump nivîsandine: Hûn û Kabîneya we, bi serastî hêla sor li hember her cure lihevkirinekê digel rêjîma Îranê ku derfeta meyandina Uraniyomê bide bi rêjîmê, diyarî kiriye, em wek hertim amade ne ku her cure çavkaniyeke hewce bo pêşxistina ewlehî ya Amerîkayê, bo we dabîn bikin”.