Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bidarvekirin li girtîgehên rêjîmê bi lezgînî berdewam in

10:56 - 21 Gulan 2025

Rêjîma Îranê zêdetir ji 5 girtiyên din li girtîgehên xwe li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bidar vekirin, rêjîmê li heyva Banemerê zêdetir ji 137 girtî li bidar vekirine.

Li sibêdeha roja Sêşemî 30ê Banemerê, Ednan Lebekpûr ê xelkê bajarê Îramê, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Îlamê de hate bidarvekirin, herwisa girtiyekî din ê xelkê bajarê Merîwanê jî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Sinê de hatiye bidarvekirin.

Rêjîma Îranê ji destpêka heyva Banemerê heta 30ê Banemerê, zêdetir ji 137 girtî li girtîgehên xwe de bidar vekirine, pêka raporên belavbûyî, li roja Dûşemî 29ê Banemerê, 2 girtî yên bi navên “Moswyib Ferhadî û Elîriza Zarêî”, li girtîgeya Adilabad a rêjîmê li bajarê Şîrazê de hatine bidarvekirin.

heriwisa li 28ê Banemerê de jî Mucteba Mensûrî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Yezdê de hate bidarvekirin.

Bi wî awayî, rêjîma Îranê bi awayê nêvincî, her 6 demjimêran, girtiyek bidar vekiriye.

Rêjîma Îranê bidarvekirin û sepandina sizaya bidarvekirinê, wek alavek bo tepeserkirina zêdetir a xelkê, bi taybet xelkê Kurd û Belûç bi kar tîne.