
Bi sedema qutbûna demdirêj û lipeyhev li bajarê Urmiyê, xwediyê pompên benzînan û herwisa hejmartek ji xwarimngehên liu bajarê Urmiyê rastî xisarên malî hatin.
Pêka raporên navxweyî li bajarê Urmiyê, li pompên beîzînên wî bajarî ku gaza “CNG” bo maînan dabeş dikin bi sedema qutbûna berqê karê wan sekiniye û rastî xisarên malî hatine û xwediyên maşînan jî ji vê rewşê gelek nerazî ne û maşînên wan gelek caran bi sedema nebûna berqê li pompên benzînan de bê benzîn û gaz dimînin.
Pêka wan raporan tevî xisarên malî bi wan benzînxaneyan û xisarên jîngehî yên wek levitîna heva nerizayetiya xwediyên maşînan û xwediyê wan pompênê benzîn û kedkarên wan li pey xwe aniye.
Ji aliyê din ve li taxa Bendê ku hem deverek geştiyarî ya wî bajarî ye û hem navendeke aborî bo xelkê wî bajarî ye, berqa pitira xwaringehan bi zanebûn û bi hêceta zêdebikaranîna berqê, hatine qutkirin ku tevî xisarên malî bi wan xwarinmgehan, kedkarên wan xwaringehan jî li egera berdewamiya vê rewşê, dê bêkar bimînin û xwediyên wan xwaringehyan jî rastî xisarên girantir bên.
Pitira qutkirina berqê li bajarê Urmiyê û derdora vê, bê bername û bê agehdarkirinaxelkê ye ku xisarên giran bi taybet li werzêrî û karên pîşeyiyên din xistiye.