
Rêjîmê biryar dabû ku 30 hezar milyard Tumen diraf bide xwediyê Pez û Dewaran, lê wezareta cehad a rêjîmê, ew diraf li hawirdekirina goştê sor ê kevîn û bikarnehatî de xerc kiriye ku bi qasî zêdetir ji milyardek û 200 milyon Dolar e.
Mucteba Alî, birêveberê sendîkaya seranserî ya ajeldaran daye zanîn ku rêjîmê biryar dabû ku 30 hezar milyard Tumenî wek hevkarî bide xwediyê Pez û Heywanan ku hem nirxa goşt li Îranê dakeve û hem karê navendên berhemanîna goşt geşe bike, lê wezareta cehadê ew diraf bo hawirdekirina goştê bêwec, kevin û bikarnehati ji derveyî Îranê de xerc kiriye.
Navbirî daye zanîn ku ew kiryara wezareta cehad a rêjîmê, hem xwedîajel tûşî iflasê kiriye û hem nirxa goşt nedaketiye û herwisa daye zanîn ku renge bi sedema wan axaftinan tûşî lêpirsîn û dadgehê jî bibe.
Gendeliya sîstematîk a rêjîma Îranê tevî ku berhemanîn li Îranê de tûşî astengiyan kiriye, bi hawirdekirina tişt û alavên bêwec ji derveyî Îranê, bazara berhemên navxweyî yên xelkê tûşî sekinîn û şikestê kiriye.
Pêka gotina wî birêveberê sendîkaya seranserî ya ajeldaran, wezareta cehad a rêjîmê, milyardek û 200 milyon Dolar bo kirîna goştê sor ê bikarnehatî xerc kiriye ku ew diraf bo ajeldaran û kêmkirina nirxa goşt li Îranê hewce bû.