
Di despêka vê peyamê de hatiye, Roja 12ê banemerê, bi bîranîna xebat û canfîdayiya xortên netirs û bivêrên netewa kurd e ku wan çepera nasnamexwazî û mafxwaziyê ji zanîngehê ve bo çiya, veguhastine.
57 salan berî niha li roja 12ê Banemerê de ku li dîroka tevgera rizgarîxwaziya netewa me de bi roja “Xwendekarê Kurd” hatiye navdêkirin, Simayîl Şerîfzade yek ji xortên herî emegnase Kurd û komek ji hevalên wî li pêxema azadî û dadperwerî û mafên netewî de canê xwe fîda kirin.
Tevî ku dîroka vê xebata tejî ewraz û nişîv, tejî qehremantî û cangorîkirinê ye, lê eva ku vê qonaxa dîrokî ji qonaxên din heta astekê cuda dike, bo vê yekê vedigere ku yêk ji pêşengê vê tevgerê, ciwanekî xwendekar bû ku bi xwexistin li nav metirsiyan û gefên dujmin de, meşxela xebata nasnamexwaziya Kurd girte destê xwe û bi cangorîkirina xwe û hevrêyên xwe, girava aram a sîstema paşatiyê hejand.
Di pareke din a peyama Hizba Dêmokrat de hatiye, xûyakirina navê kesayetiyên akadmîk ên wek Şehîd Simayîl Şerîfzade, Dr. Qasimlo, Dr. Şerefkendî li asta şehîdên rêber û dehan û sedan şehîdên xwendekar ên din, diselmînin ku xebata Kurd li pêgeh û cihê rast a xwe de ye û heta bidestveanîna armanac û xwestên rewayên Kurd, berdewam e.
Di dawiya peyamê de hatiye, tevî bilindragirtina vê rojê û şandina silav bi yad û rihê şehîdên doza rizgariya Kurdistanê, li serweyî hemûyan, Şehîd Simayîl Şerîfzade û hevalên wî, daxwazê ji hemû xwendekarên Kurd dike ku wek li dijî hizra navengira a dujminên Kurd li Îranê bisekinin û bi yekîtî û karê hevpar digel xwendekarên netewên sitemdîtiyên Îranê, heta gihîştin bi azadî û dêmokrasiyê, xebat bikin.