
Werzareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku 10 cure madên pîşeyî li beşa serbazî ya rêjîma Îranê de hewcehiyek startejîk hene û her kes an navendek wan madeyan bifroşe rêjîma Îranê, an bo rêjîmê dabîn bike, dê rastî dorpêça Amerîkayê bê.
Wezareta Derve ya Amerîkayê bi belavkirina daxuyaniyekê, daye zanîn ku her kes an navendek ku 10 cur madên stratejîk ku li beşa serbazî û navkî ya rêjîma Îranê de hewcehiyek stratejîk hene û ji aliyê spaha pasdaran ve têne bikaranîn bifroşe rêjîma Îranê an bo rêjîmê dabîn bike, dê li lîstê dorpêçan de bê tomarkirin.
Pêka vê daxuyaniyê, madên wek “Alyaja Nîkêl-Kurom Astinîtî ku curek polaya qahîm û dije jeng e, şimşên menyezyomê ku kêşek gelek kêm hene, perkoloratê Sodyom ku li şewata mûşkan de tê bikaranîn, alyaja Tengisten-Mîs ku madeyek giring li veguhastina germaya gelek zêde de tê bikaranîn û hejmarek ji pel û boriyên Alomînyomî” ji wan madeyên stratejîk ên hewce bo rêjîma Îranê ne ku firotina wan bi rêjîmê hatiye qedexekirin.
Amerîka bi biryarên wiha dikare rêgirî ji rêjîma Îranê bike ku nekare bi sanahî dest xwe ve bîne.