Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn kombûn û xwenîşandanên nerizayetî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi rê ve çon

11:29 - 22 Gulan 2025

Roja Çarşemî 31ê Banemera 1404 a Rojî, xelkê gundê Zirangoş”ê ser bi bajarê “Dereşehr”ê li parêzgeha Îlamê, bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember qeyrana bêavî li gundê xwe û herwisa guhnedana berpirsan, xwenîşandaneke berfireh a nerizayetiyê lidar xistin û rêya bingehîn a Dereşehr-Îlamê daxistin, ew yeka li halekê de ye ku xelkê deverê bi taybet xelkê gundê Zirangoşê çendîn caran sedrdana navend û berpirsên pêwendîdar kirine lê berpirsan ti bersiv an giringiyek bi daxwaziyên wan nedane.

Herwisa li bajarên Şîraz û Yezdê, xwediyê nanvaxaneyan kombûna nerizayetiyê lidar xistine û daxwaza pêregihîştin bi daxwaziyê xwe kirine, rojên pêştir jî xwediyên nanvaxaneyan li çendîn bajarên wek “Sarî, Xuremabad, Nêyşabûr, Yezd Talîş û çendîn bajarên din” de kombûna nerizayetiyê lidar xistibûn.

Li vê rojê de hejmareke zêde ji werzêrên parêzgeha Xuzistanê ku Genim berhem tînin, bi sedema nedana diraf û mafên wan ên paremayî, li rûberûyê parêzgariya rêjîmê li bajarê Ehwazê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Li bajarê Qiraxaviya Konarekê de jî kedkarên şirketa Armangosterê Novîn û ajotvanên maşînên barhilgir li Qezwînê, nerizayetiya xwe li hember guhnedana berpirsan bi daxwaziyên wan, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.