Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê bi tekezî ragihand ku divê Îraq rêz ji serweriya Başûrê Kurdistanê bigre

11:38 - 22 Gulan 2025

Marko Robio, Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihand ku dibe dewleta Îraqê rêz ji mafên Kurdan bigre, şêwaza reftara me digel Îraqê ew otonomî ye ku Kurdan li vê beşa welatê xwe de hene û rê bi wan hatiye dan ku li warê aborî ku rê bi geşekirina wan û serkevtina wan dide, azad bin.

Herwisa Marko Robîo got: sîtûneke vê pêwendiya me digel Îraqê, pêywendî bi rêzgirtina Îraq ji vê otonomiya ku Kurdan heye, pêk hatiye.

Herwisa Mayk Pompêo, Wezêrê Berê yê Derve yê Amerîkayê, li derheq mafên Kurd li Başûrê Kurdistanê de gotiye: “Kurdan dane xuya ku hêjayê maf û azadiyeke mezintir in, Amerîka dibe rêz ji rewatiya rifrandoma serbixweyiya Herêma Kurdistanê bigre ku li sala 2017ê de bi %93 a dengê Erê hatibû kirinê.

Navbirî bi tekezî ragihandiye ku kurd hevpeymanê herê cihê baweriyê yên Amerîkayê li Rojhilata Navîn de ne û hevaltiya xwe li kar û bi cangorîkirinê didin xuya, xwesta Kurdan bo xwebirêveberiya zêdetir a xwe tevî ku hêja ye, hev aliye digel berjewendiya hestiyar a Amerîkayê û destkevtên wan ên mezin li şerê dijî terorîzmê de ku bi kêmtirîn îmkan û xerc kirin, bi ti awayek nayêne înkarkirin.

Herwisa navbirî daye zanîn ku hewce ye Amerîka bo xwebirêveberiya zêdetir û serbixweyiya Herêma Kurdistanê, zêdetir hewlê bide.

Ew gotin û helwêstên deshilatdarên Amerîka piştî rêkevtina 110 Milyard Dolarî di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê tên.