Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qutbûna berqê kar li zêdetir ji %50 a kangehên Îranê de sekinand

11:46 - 22 Gulan 2025

Zêdetir ji %50 a kangehên li Îranê bi sedema qutbûna berqê hatine daxistin û rêjeya wan her rojê zêdetir dibe û zêdetir ji nîveya pîşeya sîman, pola û alomînyomê, sekiniye.

Behram Şekûrî, serokê komîsiyona kangeh û pîşeya kangehî ya odeya Bazirganiya Îranê ragihand ku li Îranê de 12 hezar kangeh hene ku ji vê rêjeyê, zêdetir ji 7 hezar û 700 kangeh anku zêdetir ji %50, bi sedema qutbûna berqê hatine daxistin, ew pirsgirêka roj bi roj berfirehtir dibe û kangehên zêdetir têne daxistin.

Qutbûna berqê bûye sedem ku pîşeya sîman, Pola û Alomînyom zêdetir ji %50 bisekine û nirxa berhemên wan bi nişkê ve bilind bûye.

Haşim Ore`î, serokê yekîtiya wize ya Îranê ragihandiye ku divê xelk li benda mercên dijwartir û heta qutbûnên 24 demjimêrî a berqê bin.

Ji aliyê din ve cihgirê şirketa Tewanîr ragihandiye ku berqa bikaranîn li maynêran ku bi tenê îsal hatine peydakirin, zêdetir ji berqa 3 parêzgehan e.

Ew maynêrane li jêr kontorl û serperestiya spaha pasdaran a terorîst de ne û ji aliyên çendîn kompaniyan ve bi eşkere têne bikaranîn û berqa Îranê bê beranber bi kar tînin.