Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê zêdetir ji 16 girtiyên din jî li girtîgehîn xwe de bidar vekrin

11:49 - 22 Gulan 2025

Li berdewamiya bidarvekirinên lezgîn li girtîgehên rêjîmê, zêdetir ji 7 binçavkiriyên din li girtîgehên rêjîmê li çendîn bajarên Îranê de hatine bidarvekirin.

Pêka raporên belavbûyî roja Şarşemî 31ê Banemera 1404 a Rojî, “Cabir Şekremzêhî” xelkê bajarê Xaşê, “Mihemedneîm Danişî” û “Ceifer Qurbanî” li girtîgeha Derstgird a rêjîmê li bajarê Îsfehanê hate bidarvekirin û “Elî Berahûyî” xelkê bajarê Zahidanê û “Mazyar Kerîmî” û “Cehanşah Efşarî”, li girtîûgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê de hatine bidarvekirin.

Herwisa li vê rojê de “Nasir Dehar, Qenber Xefarî û Nûredîn Mihemedzade” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Miyandavê û “Yasîn Husênzade” li girtêgeha rêjîmê li bajarê Têhranê û “Seîd Kaşanî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Hemedanê de hatine bidarvekirin.

Roja Sêşemî “Yûsif Ismaîlî” xelkê bajarê Serdeştê li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bender Ebasê û “Mêysem Xezayî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Qumê dehate bidarvekirin.

Roja Duşemî, “Ebdulcebar Cemalzî” ê xelkê Efrxanistanê li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bender Ebasê û “Ebdullah Peşan”, naskirî bi “Elî Reîsî” li girtêgeha rêjîê li bajarê Kehnûcê de bhate bidarvekirin.

Li roja Şemî 27ê Banemerê jî “Ehmed Benî Esed” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Burazcanê de hatiye biudarvekirin