Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsrail xwe amade dike ku navendên navkî yên rêjîmê bike armanc

11:54 - 22 Gulan 2025

Berpirsên Amerîkayê gotine ku Îsraîl xwe bo êrîşkirina bo ser damezraveyên navkî yên rêjîma Îranê amade dike ku li egera bê encambûna danûstandinê, wê êrîşê encam bide.

Kanala têlêvîzyoniya “CNN”, daye zanîn ku pêka gotina çendîn berpirsên agehdar ên Amerîkayê, tevî hemû hewldanên Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê bo çareserkirina aşitiyane û bi rêya dîplomasiyê bo bidestxistina lihevkrinekê digel rêjîma Îranê, Îsraîl xwe bo egera erîşkirineke nişkêve, amade dike.

Pêka biryara Îsraîl, hekî danûstandin bê encam bimîne an li eger her lihevkirinekê, xwestên Îsraîl wek jinavçona tevav a bernameya mayandina Uraniyomê, neyê berçavgirtin, dê bi xwe wan navendan ji nav bibe.

Herisa çavkaniyên agehdar ragihandine ku sîstema berevaniya rêjîmê, piştî êrîşa Îsraîl bo ser sîstema mûşekiya Îranê bi qasek lawz û bê hêz bûye ku Îsraîl vê yekê bi “lawaztirîn rewşa serbazî ya rêjîmê li wan çend dehikên derbasbûyî” de binav kiriye û dê bi awayê rasterast û bê piştevaniya Amerîkayê jî, dê navnedên navkî yên rêjîma Îranê bike armanc.