Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 494 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

12:53 - 22 Gulan 2025

Hejmara 494 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:

Netewên serdest naxwazin hêz û deshilata wan kêm bibe, nav û nîşana manşêta vê hejmara Agirî ye, ji nivîsa Nûredîn Sofîzade.

Rûpela 2 – gotara - Sosyalîzma demokratîk û Sîmaya demokratîk di felsefeya siyasî ya

Qasimlo de, ji nivîsa Elî Munezemî.

Rûpela 3 – gotara - Aliyên veşartî yên derencamên kolberiyê li Kurdistanê-gengeşeyeke

kurt a hundirnasiyê, ji nivîsa Bêhzad Qadirî û wergêrana Bêhzad Simko.

Rûpelên 4 – Beşa 1 a gotara - Ji Çiyayan Ber bi Dîplomasiyê – Destpêka Qonaxeke Nû di Dîroka Neteweya Kurd de, ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî.

Rûpelên 5 – gotara - Seredana Trump bo Rojhilata Navîn, Hêla nîqaşên guhertina di

Herêmî û Îranê de, ji nivîsa Hesen Mukerem.

Rûpela 6 –gotara - Jina Kurd û Pênaseya Nû, ji nivîsa Mojgan Elîpûr û wergêra Hesen Mukerem.

Rûpela 7 - gotara - Keça Kurdistanê ji nav girtîgehê dibêje emê di xebata xwe de berdewam bin, ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.

Rûpela 8 – Gotara - Divê destberdarî rawestin, ji nivîsa Ebdûlazîz Qasim.

Rûpela 9 - gotara - MIJAR: HEVKARÎ, TIFAQ Û YEKITÎ, ji nivîsa Cano Amedî.

Rûpela 10 – gotara - Ji bo lêxwedîderketina zimanê kurdî, berîya her tiştî divê em bi kurdî biaxivin, em kurdî fêr bibin, ji nivîsa Mistafa Ozçelîk, Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên

Kurdistanê (PWK).

Herwisa li rûpela 10 ê de, rapora lidar xistina Semînerekê ji aliyê PWK yê Li Amedê Ji Bo Roja Zimanê Kurdî dikeve ber çavê xwênerên hêja.

Rûpela 11- Çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.

Rûpela 12- dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî, postêrek li jêr navê “1000 Def yek nîştîman” ku temsîla merasim û çanda 1000 Defê dike li Rojhilatê Kurdistanê de, Ev postêr her wekî hertim bi dîzaynêrî û kêşana Serbest Urmiye hatiye amade kirin.

Herwisa rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve hatiye dîzayînkirin.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.