
Li bajarê Romê de li Îtaliyayê, dora pêncem a danûstamndinan li navbera Amerîka û rêjîma Îranê bê ti encamekê bi dawî hat lê ti zanyariyek serast li naveroka vê danûstandinê, belav nebûye.
Roja Înê 3ê Cozerdana 1404 a Rojî, dora pêncem a danûstandinan a li navbera Amerîka û rêjîma Îranê li halekê de bi rê ve ço ku hem Amerîka û hem rêjîma Îranê, bernameya meyandina Uraniyomê bi hêla sor binav kirine.
“Steven Witkoff”Nûnerê Donald Trump li Rojhilata Navîn berî bi dawîhatina vê kombûna danustandinan derkevt û Wezîrê Derve yê Ummanê jî daye zanîn ku li vê kombûnê de hinek pêşkevtin hebûne lê bê encam bûye lê ti zanyariyek li drhe mijarên ku bi pêşektin binav kiriye, neda.
Rêjîma Îranê idia dike ku dest ji beranmeya meyandin a Uraniyomê bernade û Amerîkayê jî ragihandiye ku meyandina Uraniyom dibe bi tevavî ji nav here û bi berçavgirtina gotinên her 2 aliyan egera vê heye rêjîma Îranê ji meyandina Uraniyomê ku bo xwe bi hêla sor binav kiriye, derbas bibe.
Hekî li vê dema sînordar a danûstandinan de ti lihevkirinek neyê kirin, navendên navkî yên rêjîmê dê bibin armanc.
Rêjîmê Îranê li tirsê êrîşa Îsraîl bo ser navendên xwe yên navkî, gefa berketnîşanda serbazî li egera her êrîşekê de dike û roja pêştir jî heyeta danûstankar a rêjîmê li Îtaliyayê, serdana Papê Watîkanê kiribûn ku bê yekê givaş û egera êrîş bo ser navendên navkî kêm bikin.