
Roja Înê 2ê Cozerdana 1404 a Rojî, pêşmergeyê Hizba Dêmoikrat “Elî Bayezîdpûr” naskirî bi “Elî Cola” kurê “Mewlûd” bi sedema bûyereke hatinûçonê li rêya “Cêjnîkan-Behirke”yê de cenê xwe fîdayê ax û welatê xwe kir û tevlî Karwanê Şehîdan bû.
Şehîd “Elî Bayezîdpûr” li 6ê Xeramanan a sala 1350 a Rojî, li gundê “Şînawê” ser bi bajarê Pîranşarê de ji dayîk bibû û xwendina destpêkî jî her li wî gundê de bi dawî anî, Şehîd “Elî Bayezîdpûr”, li sala 1367 a Rojî de tevlî refên Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bû û li çendîn deweryên destpêkî yên “bêsîm, kamêravanî û texrîb”ê de beşdarî kiribû û li sala 1373 a Rojî de vegeriya Rojhilatê Kurdistanê û li sala 1378 a Rojî de pêwendî bi Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ve girt.
ji aliyê rêjîmê ve 7 sal sizaya girtîgehê bi ser Şehîd “Elî Bayezîdpûr”, de hatibû sepandin û piştî azadbûnê, heta sala 1400 a Rojî, pêwendî bi Hizbê hebû, lê li sala 1400 de eşekere bû û bi neçarî war û welatê xwe bi cih hişt û bo careke din tevlî refên Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bû û li hemen salê de li doreya siyasî ya pileya kadrî de beşdarî kir û pileya kadrî, bi dest xwe ve anî.
Termê Şehîd “Elî Bayezîdpûr”li êwara hemen rojê bi beşdariya hevrê û hevçeperên wî de bi axa Kurdistanê hate spartin.
Navenda Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bi vê hilkeftê sersaxiyê dide hevjîn, zarok û hevrê û hevçeperên Şehîd “Elî Bayezîdpûr” û xwe bi hevparê xema wan dizane.