Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdpayê li derheq kuştin û birîndarkirina kolberan û canjidestdana kedkaran raporek belav kir

11:58 - 3 Gulan 2025

Ajansa Kurdpayê li roja cîhaniya Kedkaran de raporek li derheq rêjeya kuştin û birîndarkirina kolberan li sala 1403 a rojî de belav kir û pêka vê amarê li vê salê de zêdetir ji 39 kolber hatine kuştin û 131 kes jî birîndar bûne û herwisa li vê salê de 60 kedkaran jî canê xwe ji dest daye.

Ajansa Kurdpayê li roja 1ê May, roja cîhaniya Kedkar de raporek belav kir ku li vê raporê de îşare bi amara kolber, kasibkar û kedkarên ku li Kurdistanê de li sala 1403 ba Rojî de hatine kuştin an bi sedema bûyerên kar canê xwe ji dest dane an hatine birîndarkirin, belav kiriye.

Pêka vê raporê, li sala 1403 a rojî de 39 kolber hatine kuştin û 131 kolber jî birîndar bûne, herwisa li vê salê de 60 kedkaran bi sedema bûyerên nava kar de canê xwe ji dest dane û 10 kedkar jî birîndar bûne û 12 kasibkar hatine kuştin û 6 kasibkar jî birîndar bûne.

Herwisa Kurdpayê ragihandiye ku amara serast ji vê rêjeyê zêdetir e û bi sedema sansora tund li Rojhilatê Kurdiustanê û rewşa tund a serbazî ji aliyê rêjîmê ve li deverên Kurdistanê, amar bi serastî nayêne zanîn.