Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyekî Kurd bi sedema pêrenegihîştina pizişkî canê xwe ji dest da

11:27 - 25 Gulan 2025

Girtiyekî xelkê bajarê Hersînê, ser bi parêzgeha Kirmaşanê yê bi navê “Riza Melekî” bi sedema pêrenegihîştina pizîşkî li girtîgeha Qizilhesar a rêjîmê li bajarê Kerecê de canê xwe ji dest da.

Pêka rapora Hengawê, roja Pêncşemî 1ê Cozerdsanê,“Riza Melekî”, girtiyê Kurd ê temen 37 salî, xelkê bajarê Hersînê bi sedema nexweşiya kezebê û pêrenegihîştina pizîşkî li salona 2 ya benda 15 ya girtîgeha Qizilhesar a rêjîmê li bajarê Kerecê de canê xwe ji dest da.

Pêka vê raporê, tevî bêhêviya pizîşkan ji çareseriya nexweşiya wî, navbirî li dawî rojên jiyanê de ji azadiyê û egera hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

Ew girtiyê kurd, salekê berî niha bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibû binçavkirin lê nehatibû dadgehîkirin û li vê heyama girtîgehê de qedera wî nerohn bû.

Herwisa û li vê pêwendiyê de girtiyekî din ê  bi navê Kiyanûş Weledbêygî, xelkê bajarê Pawê jî li 24ê Banemerê bi sedema pêrenegihîştina pizîêşkî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Kerecê de canê xwe ji dest dabû.