
Dadgeha rêjîmê salek girtîgeh bi ser girtiyekî siyasiyê Kurd ê xelkê bajarê Şinoyê yê de sepand, navbirî li girtgeha rêjîmê li bajarê Şinoyê de bo derbaskirina sizaya sepandî ya pêştir, binçavkirî ye.
Pêka raporên belavbûyî, girtiyê siyasiyê Kurd “Mihemed Resûlpûr” ê temen 53 salî, xelkê bajarê Şinoyê ku li girtîgeha rêjîmê li bajarê Şinoyê de binçavkirî ye, ji aliyê taya 101 a dadgeha sizakirin a rêjîmê ve salek sizaya girtîgehê bi ser de hatiye sepandin, navbirî bi tohmeta propaganda li dijî rêjîmê 4 heyv girtîgeh, û bi tohmeta hevkarî digel Hizbek Kurdî ya dijberî rêjîmî, 8 heyv girtîgeh bi ser de hate sepandin.
Navbirî li 13ê Pûşpera 1403 a Rojî de li êrîşa xoserane û hovaneya hêzên îtilaata rêjîmê bo ser mala wî li gundê Kone Qelayê ser bi bajarê Şinoyê bi awayekî tundûtîj, hatibû binçavkirin û ji aliyê dadgeha rêjîmê li bajarê Şinoyê de bi dadweriya “Elî Ensarî” bi tohmeta endametî û hevkarî digel Hizbek Kurdî ya dijberî rêjîmê, 2 sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin ku piştre ew siyaza bi salek û 6 heyv girtîgeh hatibû kêmkirin.
Navbirî li 24ê Pûşpera 1403 a Rojî de bi danîna barimteya 600 milyon Tumenî, bi awayê demkî û heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha rêjîmê li bajarê Şinoyê hatibû azadkirin.