
2 nivîskarên Firansewî bi belavkirina pirtîkekê, li jêr navê “7ê Octoberê û dije êrîş”ê dane zanîn ku Dewleta Îsraîl li pey herifandina rêjîma îslamiya Îranê ye.
Piyêr Rêvo û Stêfan Sîmon, 2 nivîskarên Firansewî, bi belavkirina pirtîkek li jêr navê “7ê October, dije êrîş”(7 October, counterattack) lêkolîn li ser şerên veşartî yê Îsraîl digel rêjîma Îranê kiriye û pêka naveroka vê pirtîkê, dewleta Îsraîl li pey herifandina rêjîma îslamiya Îranê ye.
Wan nivîskaran li hevpeyvîn digel rojnameya Fîgaro de ew şerê veşartî bi şerek bêrehmane û veşartî û li hemen dem, navenda hewcehiya hestiyar a mana Îsraîl, binav kirine.
Herwisa wan nivîskaran dane zanîn ku Îsraîl mijûlê dawî perdeya senaryoyê anku herifandina rêjîma îslamiya Îranê ye û li egera serkevtinê, dê rûkê Rojhilata Navîn û cîhanê bi kurî biguherîne.
Wan nivîskaran, kuştina îsmaîl heniye li Têhranê û berpirsên wan miîsan, teqîna pêycêran, qutkirina destê rêjîmê ji milîsan wek “Hizbullah, Hemas, Husiyên Yemen û milîsên din ên ser bi rêjîma Îranê, wek perdeyên vê senaryoyê, û herifandina rêjîmê wek dawî perdeya vê senaryoyê dane xuya.
Herwisa wan nivîskaran daye zanîn ku herifandina rêjîma Îranê dê paşhatên bi qasê herifandina dîwarê Berlînê hebin.