Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê zêdetir ji 10 girtiyên din li girtîgehên xwe de bidar vekirin

11:39 - 25 Gulan 2025

Rêjîma Îranê li çendîn girtîgehên xwe li seranserê Îranê de bidarvekirina girtiyan berdewam dike û çendîn girtiyên din jî li girtîgehên xwe li bajarên “Yezd, Kirmaşan, Zencan û Kerec”ê de bidar vekirin.

Pêka raporên belavbûyî roja 31ê Banemrea 1404 a Rojî, 3 girtiyên bi navên “Kawûs Gulşen temen 35 salî, xelkê bajarê Eherê û Elî Moherremî temen 40 salî xelkê bajarê Zencanê û Muhsîn Hisarî”, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Zencanê de hatine bidarvekirin.

Roja berî hingê jî “Mihemedriza Dêhqan Dêhnûrî, Cewad Rizayî, Nûrweys Açekzêhî, Welî Şehrbabekî û Riza Bêygî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Yezdê de hatine bidarvekirin.

Herwisa “Armîn behramî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Kerecê û “Sîrûs Ceiferî” li girtîgeha Dîzilabad a rêjîmê li bajarê Kirmaşanê de hatine bidarvekirin.

Ew gtirtiyane, pêştir bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber an kuştina bi zanebûn, ji aliyê dadgehên rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin.

Ev amara ten ya hatî aşkerakirin û ragihandiye, û bê guman hejmara wan girtiyên ku rojane têne bidarvekirin gelek ji vê amarê zêdetire.

Rêjîma Îranê, bidarvekirina girtiyan û herwisa sepandina sizaya bidarvekirinê, wek alavek bo çavtirsandina zêdetir a xelkê, bi kar tîne.