Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şeqamek li bajarê Parîsê bi navê Pêşmerge tê navdêrkirin

11:41 - 25 Gulan 2025

Bi sedema qehremantî û gernasiya Pêşmerge li şer û berxwedan li hember terorîstan bi taybet li şerê digel DAÎŞê, şeqamek li naverasta bajarê Parîs a paytextê welatê Firansê de bi navê “Pêşmerge” tê navdêrkirin.

Bajarvaniya Parîsê, bo rêzgirtin ji qehremantî, biwêrî û lehengiya Pêşmergên Kurdistanê li şerê dijî terorîstan bi taybet li şer digel Daîşê û şikestdana vê hêza terorîstî, li naverasta bajarê Parîsê de navê şeqamekê bi şeqama Pêşmerge datîne.

Herwisa Firansê li çarçoveya piştevanîkirin li Kurdistanê û piştevanî ji Hêza Pêşmerge û herwisa wefa û emegnasiyek bo cangorîkirin û fîdakariya Pêşmergeyan navê vê şeqamê bi şeqama Pêşmerge navdêr dike.

Piraniya berpirsên welatên wek Amerîka Firanse û welatên azadîxwaz ên cîhanê, îtiraf bi qehremantî û şiyana bêmînak a Hêza Pêşmerge dikin û bo vê yekê rêz ji vê hêza paraêzerê maf û kirameta mirovî û Kurdistanê digrin.

Hêzên Kurdistanê ji 4 aliyên Kurdistanê, rola bingehîn li şikestdana DAÎŞê de hebûn ku bi îtirafa hemû welatên cîhanê, DAÎŞ mezintirîn rêkxurava terorîstî bû ku Pêşmerge, Rola bingehîn li şikestdana vê hêza hov de hebûye û ev berxwedan hêj berdewam e.