
Xwenîşandan û mangirtîna ajotvanên kamiyonên barhilgir, li zêdetir ji 72 bajarên Îranê de bi rê ve diçe û wan ajotvanan tevî destberdan ji karkirina bi kamiyonên xwe li şeqaman de xwenîşandan kirin.
Li 3ê Cerzerdana 1404 a Rojî de, ajotvanên maşînên mezin bi taybet ajotvanên kamiyonan, çendîn roj e ku mangirtin û xwenîşandana nerizayetî li zêdetir ji 72 bajarên Îranê de lidar xistine û ragihandine ku heta daxwaziyên wan cîbicî nebin dê vê mangirtina xwe bi domînin û herwisa daxwaz ji ajotvanên kamiyonan kirine ku tevlî vê mangirtina seranserî bibin.
Nedadperwerî li dabeşkirina gazolî, dana bar, bilindbûna nirxa şewata hewce, bilindbûna nirxa alavên maşînan, bîme û kêmbûna dirafê vegihastinê, û çend mijarên din, sedema mangirtina wan ajotvanan û xwenîşandana wan e.
Wan ajotvanan, kamiyonên xwe li ser şeqaman ragirtine û pêdagirî li ser daxwaziyên xwe dikin û karê vegihastin û herwisa çendîn karên pîêşeyî yên mezin bi sedema nebûna piştevaniya veguhastinê, karê wan sekiniye.
Heta niha berpirsên rêjîmê ti bersiv an giringtiyek bi daxwaziyên vê qata nerazî ya civakê nedane.