
Li sinûrê Newsûdê Kolberek ji aliyê hêzên hov ên rêjîmê ve kevte ber teqa rasterast û hate kuştin.
Gorî raporan sibêdeha roja Yêkşemiyê 4ê heyva Cozerdana 1404 a rojî, kolberek bi navê Mihemed Rehîmî xelkê bajarê Pawê bi teqeya rasterast û bi bê agehdarkirina berê a hêzên dije mirove rêjîmê li henga sinûriye Newsûdê hate kuştin.
Gorî rapora Kolbernwes ê, ev kolber xelkê gundê Banewer girêdayî bajarê Pawê û xwedî jin û Zarokekê bû.
Hat zanîn ku termê wî kolberî bo pizişkiya yasayî li bajarê Pawê hatiye veguhestin û heya dema amadekirina vê nûçeyê terê wî radestî malbata wî nehatiye kirin.