
Rêjîma Îranê zêdetir ji 50 milyon Dolar bo çêkirina gora Hesen Nesrullah gihandiye Hizbullahê û herwisa pîlaneke rêjîmê bo belavkirina hebên hişber li Erebistanê hate pûçkirin.
Pêka raporeke kanala têlêvizyoniya “El-Cedîd” a Lubnanê, zêdetir ji 50 milyion Dolar ji aliyê rêjîma Îranê ve bo Hizbullaha Lubnanê hatiye şandin ku gora Hesen Nesrullah bi wî dirafî çê bikin, ew yeka renge bibe sedem ku Lubnan rastî dorpêçan bê.
Herwisa Polîsê Ewlehî yê Erebistanê, li wêzgeha îslamî ya bajarê Ceddê de li Erebistanê, zêdetir ji milyonek û 500 hezar hebên madên hişber peyda kirine û dest bi ser de girtine, ew cure hebane li kargehên Hizbullahê bi birêveberî û piştevaniya rêjîma Îranê têne berhemanîn û beşke ji xercê spaha quds û xercên milîsên ser bi rêjîmê ên wek Hizbullahê bi vê rêyê li derveyê Îranê tê dabînkirin.
Pêka rapora nûçegihaniya Firansê, zêdetyir ji %90 a hêza serbaziya Hizbullahê li devera çemê Lîtanî ji aliyê Îsraîlê ve ji nav çoye û Hizbullah li vê deverê paşekêşî kiriye, lê rêjîma Îranê bi şandina diraf, hewla zindîkirina dubare ya wan milîsan dide ku li vê dawiyê li hemû waran de rastî şikestên gelek mezin hatine û piraniya herî zêde ya şiyana serbazî û aborî û herwisa rewatiya xwe ji dest dane.