
Li berdevamiya givaşên rêjîmê bo ser çalakvanên medenî, 2 jin ên çakakvanên medenî ji aliyê rêjîmê ve hatine binçavkirin û bo girtîgehê hatine veguhastin.
Pêka raporên belavbûyî, roja 4ê Cozerdana 1404 a Rojî, “Befrîn Meirûfî” çalakvana medenî ya temen 43 salî, xelkê bajarê Bokanê, bo cîbicîkirina sizaya 4 heyv û 7 roj girtîgeha sepandî ji aliyê rêjîmê ve, hate girtin û bo benda jinan a girtîgerha rêjîmê li bajarê Urmiyê hate veguhastin, navbirî bi tohmeta hevkarî digel Hizbeke Kurdî ya dijberî rêjîmê hatibû dadgehîkirin.
Navbirî li 11ê Rêbendana 1403 a Rojî de bê belgeya yasayî û ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve bi awayê xoserane hatibû binçavkirin
Herwisa li vê rojê de çalakvana medenî ya xelkê bajarê Kirmaşanê ya bi navê “Mehsa Zarê`î”, li êrîşa xoserane û bê belgeya yasayî ya hêzên îtilaata rêjîmê bo ser mala vê welatiya Kurd de hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhatin û sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser vê çalakvana medenî, nehatiye zanîn.