
Li berdewamiya sepandina siza û givşaên rêjîmê bo ser çalakvan û mamaostayên olî, sizaya girtîgehê bi ser çakavanekî medenî de hate sepandin û mamostayekî olî bo dadgehê hate gazîkirin.
Pêka rapora Kurdpayê, çalakvanekî medenî yê xelkê bajarê Sinê yê bi navê “Qanê`i Xatirî” ji aliyê taya 1 a dadgeha înqilab a rêjîmê li bajarê Sinê de bi dadweriya “Mistefa Ezîzî”, bi tohmeta propaganda li dijî rêjîma Îranê, 8 heyv girtîgeh bi ser de hate sepandin.
Navbirî li 18ê rêbendana 1403 a Rojî bi awayê xoserane û bê belgeya yasayî, ji aliyê îtilaata rêjîmê ve hatibû binçavkirin û li 2ê Xakelêweya 1404 a Rojî de bi danîna barimtê, bi awayê demkî hatibû azadkirin û pêştir jî çend caran hatibû gazîkirin.
Herwisa mamosta “Berzan Melekî”, pêşnimêj û mamostayê olî yê Mizgevta “Şêyxîn” a bajarê Sinê, roja Yekşemî 4ê Cozerdanê, ji aliyê itilaata rêjîmê li wî bajarî de hate gazîkirin û bi navbirî hate ragihandin ku dibe li roja Duşemî 5ê Cozerdanê, xwe bi dadgeha taybet a olî ya rêjîmê li bajarê Hemedanê de bide nasandin.
Mamosta “Berzan Melekî”, li îdareya îtilaatê dê rastî 2 demjimêr lêpirsînan hatibû.
Îtilaata rêjîmê li 8ê Rêbendana 1403 a Rojî de jî, mamosta Berzan û hejmarek ji xwndevanên wî yên olî ku dixwestin bi gazîkirina fermî ya mizgevta mekî ya bajarê Zahidanê serdana vê mizgevtê bikin, li 20 kîlomertiya rêya Sine bo Dêwulanê, ji aliyê hêzên rêjîmê ve rêgirî ji vê serdanê hatibû kirin û ew serdan hilveşandibûn.