
Li berdewamiya mangirtin û kombûnên nerizayetiya ajotvanên kamiyonan li seranserê Îranê, li çendîn bajarên din ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de ajotvan tevlî vê nerizayetiyê bûne.
Pêka raporên belavbûyî, li zêdetir ji 110 bajaran de ajotvanên kamyonan tevlî mangirtina nerizayetî ya ajotvanên kamiyonan bûne û roj bi roj, rêjeya ajotvanên nerazê zêdetir dibe û li çendîn bajarên rojhilatê Kurdistanê de jî ew kombûn berdewam in û çendîn bajarên din de jî ajotvanên kamiyonan tevlî vê nerizayetiyê bûne.
Pêka wan raporan, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên wek “Kirmaşan, Îlam, Şabat, Nexede, Urmiye û Xoy”ê de kombûn û mangirtina kamiyondaran berdewam e û li bajarên Urmiye, Kirmaşan û Îlamê de çaremîn roja wê nerizayetiyê bi rê ve diçe.
Rêjîma Îranê li hember wan nerizayetiyan de gihîştiye bombestê, û şiyana bersivdanê nînê û bi sedema gendeliya sîstematîk a rêjîmê, şiyana dabîn kirina daxwazî û xwestên rewa yên wan ajotvanan nîne.
Bilî bilindbûna nirxa şewatê, kêmbûna pişka gazoilê, bilindbûna nirxa alavên maşînên barhilgir, nedadperwerî li dabeşkirina bar û daketina dahata wan ajotvanan li hember bilindbûna zêde a nirxên hewcehiyan ên kar û jiyanê, ew kombûnane nîşaneyek ji kerb û kîna pengurî ya xelkê Îranê ji vê rêjîmê ye, veguhastin li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de sekiniye ku lêkeftên gelek dijwar ên aborî û malî li poey tîne.
Hêzên tepeserker ên rêjîmê li gelek cihan, bi taybet li bajarên Kurdistanê de bi tundîtîjî, lêdan û kutanê, avêtina gaza bîber û gefxwarinan, bersiva vê nerizayetiya rewa û aşîtîxwazane ajotvanan dane û ew reftara nemirovane berdewam e.