
Roja Duşemî 5ê Cozerdanê, mamosta “Berzan Melekî”, pêşnimîjê Mixgevta “Şêyxîn” a bajarê Sinê ku bo dadgeha olî ya rêjîmê li bajarê Hemedanê hatibû banghêjkirin li wir amade bû û hate ginrtin.
Roja pêştir ew mamosta ji aliyê itilaata rêjîmê li bajarê Sinê de hatibû gazîkirin û piştî 2 demjimêr lêpirsînan, bi navbirî ragihyandin ku dibe xwe bi dadgeha olî li bajarê Hemedanê bide nasandin.
Çalakvanekî medenî yê xelkê bajarê Sinê yê bi navê “Qanê`i Xatirî” ji aliyê taya 1 a dadgeha înqilab a rêjîmê li bajarê Sinê de bi dadweriya “Mistefa Ezîzî”, bi tohmeta propaganda li dijî rêjîma Îranê, 8 heyv girtîgeh bi ser de hate sepandin.
“Simko Yûsifî” mamostayê zimanê Kurdî û çalakvanê jîngeparêz yê xelkê bajarê Bokanê, li êrîşa hovaneya hêzên îtilaata rêjîmê de hate girtin ku bi awayê xoserane û bê belgeya yasayî, îtilaata rêjîmê êrîş kiribûne ser mala wî û derî û pencereyên mala wî şikandibûn û bêrêzî bi hevjîna.
Li vê rojê de 2 bira ên xelkê bajarê Bokanê yên bi navên “Celal û Ferdîn wefayî” ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve hatine binçavkirin.
Hêzên hov ên itilaata rêjîmê li demjimêr 3ê sibêdehê bi awayê xoserane û bê belgeya yasayî, êrîşkirbûne ser mala wan birayan û bi awayekî hovane û tondûtîj, ew 2 bira binçav kirin.