
Kombûn û xwenîşandanên nerizayetî ya ajotvanên kamiyonan li seranserî Îranê de berdewam e û li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê de ajotvan tevlî vê nerizayetiyê bûne û 2 ajotvanên din ên Kurd hatine binçavkirin.
Li berdewamiya mangirtin û kombûnên nerizayetî ya ajotvanên kamiyonan û xwediyê kamiyonan, li roja Dûşemî 5ê Cozerdanê, tevî ku li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê berdewam bû, ajotvanên kamiyonan û xwediyên barhilgirên mezin tevî vê nerizayetiyê bûn û kamiyonên xwe sekinandin û veguhastina kar rawestandin.
Herwisa li çendîn bajarên din ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de ajotvanên kamiyonan tevlî wan kombûnan bûne.
Pêka raporên belavbûyî, 2 ajotvanên Kurd ên xelkê bajarê Dêwulanê yên bi navên “Zanko Rostemî û Hamid ku nasnavê wî nehatiye zanîn” ji aliyê hêzên tepeserker ên rêjîmê ve hatine binçavkirin.
Rêjîmê roja pêştir jî çendîn ajotvan li bajarê Sinê de binçav kiribûn û bi gaza bîber û batûman, êrîş kirbûne ser wan û tundîtîjî li navbera wan de qewimî bû.
Rêjîma Îranê ji tirsê berfirehtirbûna wan kombûn û xwenîşandanên nerizayetî, li Rojhilatê Kurdistanê de dest avêtiye reftarên tundîtîj û bi girtin û tepeserkirina wan ajotvanên Kurd dixwaze ajotvanan bêdeng bike.