
Dadwerê dadgeha rêjêmê li bajarê Şîrazê ji aliyê kesên nenaskirî ve hate kuştin û hinek çavkaniya ragihandine ku bi derba çeqûyan hatiye kuştin.
Roja Sêşemî 6ê Cozerdanê, dadwerê dadgeha sizakirin a rêjîmê li bajarê Şîrazê, yê bi navê “Ihsan Baqirî” ji aliyê kesên nenaskirî ve hate kuştin, çavkaniyên xwecihî ragihandine ku ew dadwerê rêjîmê li ber deriyê mala xwe hatiye kuştin.
Herwisa hinek çavkaniyan dane zanîn ku ew bi gulleyan hatiye kuştin û beşek ji çavklaniyên din jî ragihandine ku bi çeka sar anku bi derba çeqoyan hatiye kuştin.
Kuştina wî dadwerê rêjîmê li halekê de ye ku li heyva derbasbûyî de zêdetir ji 170 kes li girtîgehên rêjîmê de hatine bidarvekirin û li heyama çend rojên derbasbûyî de jî zêdetir ji 21 girtiyan hatine bidarvekirin û ew rewşa dûr ji mirovahiyê, her berdewam e.
Heta niha nasnameya bikuj an bikujan û sedem û armanca êrîşkirina bo ser wî dawerê rêjîmê eşkere nebûye û ti kes an aliyekê jî kuştina wî nekêşaye stuyê xwe.