
Saziya Raportêrên Bêsînor bi vê hilkeftê ragihandiye ku rêjîma Îranê li rêzbendiya azadî ya ragihandinan de, li asta cîhanê, li pileyên herî xwarê de ye û tepeserkirina ragihandinê li Îranê de, berfireh e.
Saziya Raportêrên Bêsînor bi belavkirina raporekê li derheq azadiya ragihandinan li cîhanê, ragihandine ku rêjîma Îranê li çarta nîşandekên ragihandinan de li rêzbndiya herî xwarê de ye û li Îranê de rojnamevan xwesansoriyê dikin û hemû dîtingehên rexnegirane ji aliyê rêjîmê ve hatine tepeserkirin.
Pêka vê raporê rêjîma Îranê di nava 180 welatên cîhanê de li pileya 176, Efxanistan li pileyeke baştir ji rêjîma Îranê li pileya 175 de ye, anku bi gotineke din di nava 180 welatan de rewşa rojnamevaniya 175 welatan ji Îranê baştire, herwisa Sûriye li pileya 177 û çîn li pileya 178 û Koreya bakûr li pileya 179 û Êrître li pilya 180, de ye.
Pêka vê raporê, tevî êrîşên fizîkî bo ser rojnamevanan, givaşên aborî jî pirsgirêkek mezin û karlêker e û li welatên ku desthilatdariyeke zordar hene, ragihandin rastî tepeserî û pirsgirêkên aborî dibin.
Piştî teqîna madên şewata hişk a mûşekên balistîkî yên spaha pasdaran a terorîst li bajarê Bender Ebasê, dadstanê rêjîmê li bajarê Têhranê, çendîn ragihandin û nûçegihanî bi sedema midyayîkirina vê teqînê û belavkirina hinek amnarên destpêkî, siza kirin.
Li Îranê de çi rojname û mediayekî azad çinîne û niha dehan rojnamevan li girtîgehên rêjîmê de ne.