Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 16 kombûnên nerizayetî li Kurdistan û Îranê de bi rê ve çon

11:29 - 27 Gulan 2025

Hevdem digel kombûnên ajotvanên kamiyonan, zêdetir ji 16 kombûnên nerizayetî li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi rê ve çon.

Roja Duşemî 5ê Cozerdana 1404 a Rojî, malnişînkiriyan li Rojhilatê Kurdistanê de li bajarên wek “Sine, Kirmaşan û Îlam”ê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û li hember binpêkirina mafên xwe, pirsgirêka bîmê, nedana dirafî derman û birêveneçona ayînnameya karpêdan ya sala 1389, li rûberûyê bînaya muxabiratê li wan bajaran de nerizayetiya xwe dane xuya.

Herwisa malnişînkiriyên îdareya muxabirat li bajarê Têhran, Hemedan, Ehwaz, Tewrêz û Reşt”ê de kombûnên hevşêwe lidar xistin.

Li vê rojê de masîgirên bajarê Abadanê li derheq nedana derfet bo masîgirtinê, kedkarên xizmetguzariya bajarê Germsarê, kedkarên jikarderxistî yên palavtimngeha gaz a Howêzeyê kombûna nerizayetî lidar xistin.

Kedkar û karmendîn şirketa neft û gaz a Geçsaranê, kedkarên jikarderxistî yên projeya Zemzema 3 ya Polaya Xûzistanê, solikdûrên bajarê Têhranê bi sedema 3 qatbûna heqê bîmeyê û herwisa jinên ajotvan ên xwendingehên Qerçekê, pêşkirên xaniyên meskena Mêhr li bajarê Têhranê, karmendên şirketa Neft a Felatê Qarê û werzêrên bajarê Ehwazê, kombûna nerizayteî lidar xistin.