
Li berdewamiya kombûn û mangirtina ajotvan û xwediyên maşînên barhilgir li şeşemîn rojê de jî berdewam bû ajotvanên wanêt Nêysanan jî tevlî vê nerizayetiyê bûne û li bajarên Kurdistanê de ajotvan zêdetir tevlî wan kombûn û mangirtinê bûne.
Li roja Sêşemî 6ê Cozerdanê, şeşemîn roja kombûn û mangirtina ajotvan û xwediyên maşînên barhilgir li 125 bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi rê ve çon û ajotvanên barhilgirên din ên wek ajotvanên wanêt Nêysanan û maşînên Xawer jî tevlî vê nerizayetiyê bûne û kombûn û mangirtin berfirehtir û micidtir dibe.
Li bajarê Rojhilatê Kurdistanê yên wek, Bokan, Merîwan û Kirmaşanê de hejmareke zêdetir ji ajotvanên maşînên barhilgir tevlî vê mangirtina nerizayetiyê bûne û li bajarên din ên Kurdistanêd e jî ajotvan, kombûnên xwe berdewam dikin.
Rêjîma Îranê heta niha bilî tundûtîjiyê, ti bersivek nedaye wan ajotvanên mafxwaz û bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê de bi awayekî tundîtîjtir digel ajotvana reftar kiriye.
Paşhatên sekinîna veguhastin li Îranê de dest pê dike û şewat, ard, hewcehiyên firotingehên mezin û yên biçûk, hewcehiyên şirket û kompaniyên pîşeyî, karên berhemanîn û çendîn karên din sekinîne û li berdewamiya vê rewşê, rêjîmê dê rastî çalişên herî mezin û pirsgirêkên aloztir bibe.
Rêjîm ji vê hindê ditirse ku ev mangirtî bibe destpêka serhildan bo sernixûniya deshilata dîktator li Îranê de.