Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cinayetên rêjîmê li derheq kolberan berdewam in

11:16 - 28 Gulan 2025

Li sînorê “Tete” hêzên hov ên rêjîmê bi awayê rasterast teqe li hejmarek ji kolberan kirin ku li encamê de kolberek hate kuştin û kolberek jî bi dijwarî birîndar bûye.

Hêzên hov ên sînorî yên rêjîmê li sibêdeha roja Sêşemî 6ê Cozerdanê li bilinbdahiyên “Tete” bose bo kolberan danîbûn û li dema nêzîkbûna kolberan de bê agehdarkirina berê, bi awayê rasterast teqe li komek ji kolberan kirin ku li encamê de kolberek hate kuştin û yek jî birîndar bû.

Li vê teqeya nemirovane de “Kurûş Muradî” ku gulle bi sing û gerdena wî kevtibûn, canê xwe ji dest daye û “Rizgar Wetendûst” ji bi dijwarî birîndar bûye ku bi sedema dijwariya birînên li nexweşxaneya bajarê Merîwanê de hatiye razandin.

Ew 2 ciwanên kolber xelkê gundê “Sipyar”ê ser bi bajarê Sewlava yê ne.

Li rewşa niha de bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê ku kirîzên aborî bi taybet bêkarî li asta herî dijwar de ye, xelk neçar e bo peydakirina pariyek nanê helal, karê kolberiyê bi hemû metirsiyên ve, li sînoran bike.

Kolberên rojreşe Kurd bi awayekî herî hovane û bêrehmane ji aliyê hêzên çekdare rêjîmê ve têne kuştin û birîndarkirin, melayekî xwefiroş û engelê nava civatgeha Kurdistan, wek mela Salih li Banê kolberan bi terorîst binav dike û daxwaza kuştina zêdetir a kolberan dike.

Ger lavên Kurd ên kolber xwîna wan bi gulleyên dujmin dirije, lê birîna gotinên qirêje kesekî wek mela Salihê xwefiroş gelek ji birîna gulleyên hêzêt rêjîme xedartir e, bê guman xelkê Kurdistanê tu carî wan gotinên melayê dijî gel ji bîr nakin.