Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binçavkirina xoseraneya welastiyan ji aliyê rêjîmê ve berdewam e

11:20 - 28 Gulan 2025

Hêzên itilaat a spaha pasdaran a terorîst bi awayê xoserane, 4 çalakvanên medenî li bajarê Seqizê de binçav kirin û herwisa welatiyekî din li bajarê Şaabadê de ji aliyên rêjîmê ve hate girtin.

Li bajarê Seqizê de hêzên hov ên itilaata spaha pasdaran a terorîst, 4 çalakvanên medenî, yên bi navên “Hîwa Ehmedî, Mihemed Zebîhî, Soran Soltanî û Rehîm Qudretî”, xelkê bajarê Seqizê, bi tundîtîjî û tirsandina malbatên wan, binçav kirin.

Hêzên itilaat a spaha pasdaran a terorîst bê belgeya yasayî û bi awayê xoserane, êrîş kirine ser mala wan welatiyan û bi ser dîwarên mala wan bi ser kevtine û bilî tirsandina malbatên wan, ew çalakvanên medenî bi awayekî tundîtîj binçav kirine.

Herwisa li bajarê Şaabadê de “Şehab Darabî”, Bilagêr û ajotvanê kamiyonan ku bi navê “Yûzê Asiya” jî tê naskirin, bi sedema tevlîbûna wî bi mangirtina nerizayetiya ajotvanên kamiyonan û herwisa piştevanîkirin li wan li peyca xwe ya “Instagram”ê de, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve hate girtin û 2 rûpelên wî yên “Instagram”ê jî daxistin.

Heta belavbûna vê nûçeyê, sedema binçavkirinên hovane û xosearneya wan welatiyên Kurd û herwisa tohmetên sepandî û cihê ragirtina wan, nehatiye zanîn.